Wezîra derve ya Emirîkî Condoleezza Rice gehişte Syolê bo kombînê digel karbidestêt Korya Başur liser programa navokîya Korya Bakur. Xanim Rice evro ji Japonê ve gehişte Syolê û roja yekşembî digel serok Roh Moo-Huyn û karbidestêt dî yêt Korya Başur kom dibît. Piştî Korya Başur xamin Rice di çîte Çîn û dumahîyê bi seredana şeş-welatîya xwe bu Asyayê dînît.