Dadgeheka Ferensî 6 endamêt berguman yêt şaneka komela el-Qaîde bi 10 sala zindanî hukim kirin - 2005-03-15

Dadgeheka Ferensî 6 endamêt berguman yêt şaneka komela el-Qaîde bi 10 sala zindanî hukim kirin bi tawana nexşe kêşana hêrişekê li ser balwêzxana Emerîka û avahîyêt dî yêt Emerîka li Parîsê.

Dadgeha Ferensî îro rêberê wê şanê yê berguman Djamel Beghal ku 39 sale bi 10 sala dê di zindanêda mîninin. Polîsêt Mîrgehêt Erebî yêt Yêkgirtî Djamel Beghal girtibû. Ew xelkê Cezayirêye û ewey sala 2001 welatîyê Ferensaye.

Berî bo Ferensa bête hinartin, Djamel Beghal gote polîsan li Dubey ew û hevalêt wî li hîvîyê bûn hêrişa bikene ser berjewendîyêt Emerîka li Parîsê, lê paş axiftina xwe vekêşa û got di bin eşkencedanê da wî axift bû.

Polîs di wê bawerê dane ku Djamel Beghal herwesa bi milîtanêt Islamî li Ispanya, Elmanya, û Belcîka û Holenda peywendî hene.