Sergutar: Abbas li ser aştîyê ligel Israelê. - 2005-02-24

Mahmoud Abbas serokê desthelatdarîya Felestînî pêngavan di havêje bo dawî înana tîrorê dijî Israelê û pêk înana dewleteka Felestînî. Herdû alî, Felestînî û Israelî, rêkeftine dujminatîyê rawestînin.

Di hevpeyvînekê de digel rojnama New York Times berêz Abbas got serek wezîrê Israelê Ariel Sharon nuha hevberekê siyasî heye jibo aştîyê digel kar bike. Ji roja keftîye ser desthelatê, berêz Abbas digel rêberên Hemas û Cîhada Islamî kom buye.

Ew herdû girupên tîrorîstîyên mezinin û ber pirsyarin ji hêrişan bo ser Israelîyan. Li dû rojnama New York Times, berêz Abbas gotîye rîformên demokratik alîkarin bo kehî kirina radîkalan.

Wî gotjî, bê guman divêt ew xebata xwe veguhêzin nav partîyên siyasî. Rêberê Felestînî gotjî wî 9 ji karbidestên polîs û hêzên tenahîyê li Xezze ji karê wan derxistin heta bibin cam û eybret bo kesên dî ku êdî hêrişên tîrorîst ne cihê qebulêne.

Berêz Abbas got wî divêt bibîne awayên dyplomatîk bêne bi kar înan bo çareser kirina pirs girêkên weka sinuran, penaber, û yêk veguhastina zîndanîyan.

Wî got Felestînî zêrevanîyê dikin û pêş ketinê dibînin û pê keyf xweşin belê hêşta pêtir divêt. Wan divêt delîveyên karî hebin, wan divêt bixon û tenahî hebit. ji cem xwe serok George W. Bush got "Emerîka li ser soz û giftên xweye bo dîtina çareserîyeka adil û bi aştî bo şerê Ereb û Israelîyan li ser binaxê dû dewlwtên dymukratîk, Israel û Felestîn."

Serok Bush dibêje "em hîvî dikeyn karî digel rêberayatîyeka Felestînî bikeyn ku soz û giftên şerê tîrorê bide û soza pêk înana rîformên dymukratîk. Em dê civaka nav netewey han bidin alîkarîyê bike bo vejandina aburê Felestînê, danana dezgehên parastina Felestînê jibo şerê tîrorê û alîkarîya hikumeta Felestîn bikeyn şerê bertîl û dest pîsîyê bike û guhorîna bêxte systemê siyasî yê Felestînîyan û dezgehên dymukratîk ava bike."

Berêz Bush gotjî Emerîka daxwaza dewleteka dymukratîk, ser bixwe, û karîger bo gelê Felestnê dike. Û Emerîka digel vêne soza parastina Israelê didet weku welatekê cuhîyan.

Ev kare bo pêk înana dû dewletane bi tenişt hev bijîn bi aştî û bi tenahî tê cê bi cêkirin biyêk rêkê, ewjî rêka dymukratîk û ryform û qanunê.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.