Sergutar: Têbînîyên xanim Rice sebaret peywendîyan derve ligel Iranê. - 2005-02-01

Xanim Condoleezza Rice Wezîra Derve ya Emerîka di gera dûwê ya hikumeta serok Bush de dibêje Iran nikare bibe endameka rewa ya piroseyê siyasîyê cîhanê û nyaza çekê navokî hebe.

Xanim Rice dibêje "jibo cîhanê gelek giringe Iran çekê navokî bi dest ne êxe û em gelek ji nêzîk digel Ewrupîyan li ser vê pirsê kar dikeyn."

Belê pirs girêkên dê digel rejêma melayên Iranê hene xanim Rice got bi tenişt rejdîya wêve bo bi destve înana cebilxaneka navokî. Xanim Rice dibêjit " Bi rastî gelek bi zehmete bo cotên hevpişk digel rejêmekê bibînin ew bawerî heye Israelê jinav bibe. Gelek bi zehmete bo çonên hevpişk digel hikumetekê bibînin piştevanîya hizib elah bike û rêxistîyên tîrorîstî ku divên piroseyên aştîyê ya rojhelata naverast jinav bibin."

Aştî ya me divêt û ne bitinê ev belkû hikumeteka ûldaran ya ew bawerî hey divêt mela desthelatdar bin. ew melayê dyrokeka xirap hey ya zêdegavîya li ser mafê mirovan mafê xelkê xwe û bi taybet jina. jiber hindê ez bawer nakim em bikarin digel hikumeteka wesa de hev bîr bin.

Belê xanim Rice ew çend piştrast kir ku welatên Yêkgirtîyên Emerîka qet nyaza vederkirina gelê Iranê nîne. Xanim Rice dibêjit " Divêt danustandina vî gelî ligel cîhanê bimîne." Xanim Rice got gelê Iranê li jêr destê rejêmekê dinalîne qet nevêt guhê xwe bidet hîvîyên wan.

Wezîra derve ya Emerîkî got "welatên yêkgirtî yên Emerîka divêt dyplomasîyeta Emerîka bi kar bînin bo alîkarîya pêk înana hevsengîyekê di desthelata cîhanê de, azadî mebesta wê be."

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.