Tîrorîstan bi rêka belavokan gef li hemî baregayên hizbîyên Kurdistanî li Musil kirye û gotîye ku bi zutirîn dem ji wî bajarî derkevin - 2004-12-30

Di peywenîyeka telefonî da jêderekê ji bajarê Musil li Bakûra Iraqê bo dengê Emerîka daxuyakirin ku li roja 29/12/2004 termek hatîye vedîtin binavê Mu'awiye Newaf ku xelkê Şingalêye û bi destê tîrorîstan li rojava Musil hatîye kuştin.

Dysan li heman roj girupên tîrorîstan bi belav kirina belavokan gef li hemî baregayên hizbîyên Kurdistanî kirye û gotîye ku bi zutirîn dem ji Musil derkevin. û herwesa çendîn gefên dî li welatî û xelkê dîyên Kurd û hikumî kirye.

Ji layekê dîve girupên tîrorîstan çendîn bizav kirîne da bi ser hindek bingehên polîsan da bigirin li Musil, lê sernekeftine û vegeryaneve.

Bi alîyekê dîve, layenên Kurdî ligel hêzên hevpeyman kombunê diken da çareyekê bo rewşa aloza emnîya bajarê Musil bihête dîtin.

Heke tebivêt guhe bideye vê raportê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.