Misir pêşnyaz diket tazîya Yasser Arafatî li Qahîre bête gêran - 2004-11-10

Melayekê serekî yê Musilman ku iro seredana rêveberê Felestînî yê nexuş Yasser Arafatî li mexuşxana Ferensî diket dibêjit rewşa wî " gelek xirabe" lê dibêjit ew hêş yê saxe.

Tayseer al-Tamimi dibêjit wî çend rêzek ji Qurana pîroz li hindava serê Yasser Arafatî xwand yê ku bêhuşe û ewey roja sêşembî bi amîran dijît.

Li heman dem, karbidestên Felestînî yê xwe amade diken bo ragehandina pêşnyaza Misriyan ku têda gotye tazîyeka fermî bo rêzdar Arafat li Qahire bigêrin. Peydarekê serokê Misrî Hosni Mubarak piştrast kir ku nexşe yê bo wê taziyê dihêne danan.

Israel dibêjit ew dê rêkê det rêzdar Arafat li bingehên rêveberiya xwe bête veşartin li Ramallah. Wezîrê navxwe yê Israelê Avraham Poraz dibêjit dê rêkê dene Erebên Israelê û yên Kenara rojava amade bin di wê merasîmê da. Pişkdarên ji Xezze bên dê hejmareka kêm bin.