Tête ragehandin ku Emerîka libere durgirtina abûrî li ser Lybya li demekê nêzîk rabiket, ku renge li vê heftiya bît. Raportêt dengubasan li ser zarê karbidestêt Emerîkî û jêderêt dyplomasî vegêrave dibêjit renge ku heta roja pêncşembî ragehandinek li ser vê pirsê bête dan. Ev pêngave jî dê rêkê dete gelek kompantiyêt Emerîkî ku bazirganiyê û kardariyê digel Lybya biken weku kirîna neftê piştî ku 18 salan hatye berbend kirin. Li sala 1986 Emerîka durgirtina abûrî li ser Lybya dana bi tawana piştevaniya tîrorîsmî. Lê behsê rakirina van tula hate kirin çar meha piştî Lybya ragehandî ku dê dest ji bernamêt xwe yêt wêranker berdet.