Bi sedan kes li Bexda xwenîşandan kirin - 2004-04-04

Hêzêt Hevalbenda li Iraqê teqe li hizaran xwenîşandera kir û 24 kes hatine kuştin û pitirî 100 kesa hatine biryndar kirin.

Ajansa peyamêt Associated Press li ser zarê karbidestêt Ispanî vedgêrît û dibêjît demê piştevanêt melayê tund rê yê Şî'an Muqteda el-Sedir teqe li bingehê hêzêt Ispanî kirî li dervey bajêrê Necef û hêzêt Ispanî bersiv dave.

Leşkirê Ispanî mandel û haşa diket ku harîkarê Muqteda el-Sedir deste ser kiribît.

Xwenîşanderan nerazî buna xwe dyar kir li ser girtina harîkarekê mezin yê Muqteda el-Sedir roja şembî ji alîyê hêzêt Ispanîve.

Roja Yêkşembî piştevanêt el-Sedir xwenîşandanek li rexêt Bexda kir.

Bi alîyekê dîve karbidestêt leşkirê Emerîkî dibêjit roja yêkşembî dû serbazêt hêza behrîya Emerîkî di şerekêda dijî xirapkaran li Iraqê hatine kuştin.