Peqîneka êrîşvanekî xwekûj di otobîsekê de li navenda bajarê Orşelîm bi kêmî deh kes kûştin û dehan kesên dî birîndar kirin - 2004-01-29

Peqîneka êrîşvanekî xwekûj di otobîsekê de li navenda bajarê Orşelîm bi kêmî deh kes kûştin û dehan kesên dî birîndar kirin.

Ew peqîn çêbû li demê qerebalixa sipê li nêzîk ofîsa serek wezîr Êrîêl Şaron.

Komela milîtanên Şûhedaa El-Eqsa berpirsyarîya xwe ji êrîşê diyar kir û got: êrîşvan polîsekê Filistînî bu ji bajarê Bethlehem.

Ew komel dibêje: êrîş toleya kûştina 8 Filistînîyan bû dûhî di şerekî de digel serbazên Îsraîlê li xaza hatin kûştin.

Ji layekî dî, Weku pişkek li rêkeftina digel komela Hizbulla, Israşlê dest bi berdana nizîkê 400 felestîniyan kirye.

Peyam hinêrê Dengê Emerîka li Orşelîm Qudsê raportek hinartîye liser pêk guhorîna girtîyan li Elmanya, Isaîlê, Kinara Rojava u Gaza.