Rojnamevan Şefîq Oncu Seredana Serokwezîra Almanya bo Tirkîye Dinirxîne

Rojnamevan Şefîq Oncu Seredana Serokwezîra Almanya bo Tirkîye Dinirxîne

<!-- IMAGE -->

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, rojnamevan M. Şefîq Oncu seredana Serokwezîra Almanya Angela Merkel ya Tirkîyê dinirxîne û li ser babetên wek têkîlîya endamtîya Tirkîyê bo Yekîtîya Ewrûpa, kêşeya navokî ya Îranê û halwesta Tirkîyê li ser vê babetê disekine.

Birêz Oncu dibêje, Serokwezîr Merkel li dijî endamtîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrûpa ye, ew jî wekî Fransa, statuyeke taybet jibo Tirkîye dixwaze û ew jî dibe sedema nerazîbûna hikûmeta Tirkîyê.

Şefîq Oncu her wiha diblje, ew bawer nake ku Tirkîye di kêşeya navokî ya Îranê de, ji welatên rojava û Amerîka dûr bikêve.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka alîyê rastê kilîk bikin.