Karbidestên Îraqî dibêjin li gor encamên destpêkî yên helbijartina 7-ê Adarê, hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya serokwezîr Nûrî El Malikî li pêş e.
Karbidestên Helbijartinê bo cara yekê roja Pêncşembî encamên destpêkî belav kirin û hevalbendîya serokwezîrî li parêzgehên Necef û Babil, yên piranî Şî’e, yekem lîst e.
Hevalbendîya Niştîmanî ya Îraqî duwem e û hevalbendîya serokwezîrê berê Eyad Ellawî li herdu parêzgehan li paş e.
Çaverê dihêt kirin li dawiya meha Adarê encamên dawî yên dengdanê li her 18 parêzgehên Îraqê bihêt ragehandin.