Li Roja Helbijartina Taybet, 15 Îraqî Hatin Kuştin

Li Roja Helbijartina Taybet, 15 Îraqî Hatin Kuştin

<!-- IMAGE -->

Karbidestên Îraqî dibêjin li hêrişên çekdaran bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin, li demê dengdana taybet ji bo helbijartinên perlemanê Îraqê dest pêkir.

Li taxê Hûrriye, bakûra Bexda, bi sedema peqîna bombekê nizîkî bingehekê dengdanê heft kes hatin kuştin.

Her wiha du hêrişberên xwekuj li dervey bingehên dengdanê bombên xwe peqandin dema endamên hêzên parastinê rîz bibûn dengên xwe bidin. Bi kêmî ve heşt kes li wan hêrişan hatin kuştin.

Nizîkî yek milyon Îraqiyan roja pêncşembî mafê dengdanê hebû, ji wan serbaz, polîs, karmendên saxlemî, nexweş û zindanî.