<!-- IMAGE -->
Bi sedema jimareka hêrişên xwekujî li bajêrê Beqûbe, bakûra Îraqê, bi kêmî ve 31 kes hatin kuştin û 48 kes birîndar bûn.
Karbidestên polîsê Îraqî dibêjin du otombîl nizîkî nivîsîngehên hikûmet û bingehekê polîsî hatin peqandin.
Hêrişberê sêyê xwe li nav ambulensê veşart û xwe li nexweşxanê peqand.
Dem û dest çi grupekê berpirsiyariya xwe biramberî wan hêrişan ranegehand.
Karbidestên Amerîkî û Îraqî huşdarî didin ku hêrişên çekdaran zêde dibe berî helbijartinên Îraqê.