Mûharrem Erbay derbarê çûna ‘Nunerên Aştiyê’ bo Tirkîyê dipeyive

Di hepeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkî de, Mûharrem Erbay, serokê Komela Mafê Mirovan ya Rexistina Dîyarbekirê, derheqa hatina komên aşitî û çareserîya demokratîk bo Tirkîye diaxife. Birêz Erbay, yek ji wan 45 awûqatan e ku, jibo berevanîya şandeyên aşitîyê li derîya Xabûr amadê ne.

Erbay dibêje, gelek sîyasetvan, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên sazîyên sîvîl tevda hatine Sîlopîyê, jibo armanca aşitîyê. Her wiha bi hezaran kes: zarok, qîz û law, jin û mêr, kal û pîr bi kincên xwe yên netewî hatine Xabûre da ku piştgirîya wê pengavê bikin. Hêvîya wan kesên amade bûyî ev e ku, pirsa kurdî ya dûr û dirêj bi rêkên aştîyane were çareser kirin û endamên her du komên geheştine Tirkîye, piştî lêpirsînê werine serbest kirin.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.