Mehmet Eren behsê naveroka pilana hikûmeta Tirkîye ya taybet bi pirsa Kurdî dike

Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan ragehand ku naveroka pilana hikûmeta Tirkîye ji bo çareser kirina pirsa Kurdî li Tirkîyê li dawîya vê salê aşkera dike.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, rojnamevan Mehmet Eren li Diyarbekirê basê naveroka pilana hikûmeta bi rêberatîya Partîya Dad û Pêşdeçûnê dike.

Birêz Eren dibêje nuha raya giştî ya Kurd û Tirkan ji naveroka yasayî û destûrî ya pilana hikûmetê ne agehdar e.

Birêz Eren got ew keyfxweş e biramberî pêvajoya hikûmetê lê herweha bi guman e .

Ji bo guharî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi Mehmed Eren re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.