Hikumeta hevalbenda Pakistanê berev bi rûye erkê
hilbijartina serokek nû jibo welatî ye jiber ku serokê berê Pervez Muşerref
roja duşembîyê dest ji kar berda da ku ew nekevîte ber lêpirsînê.
Li gor desturê civatên çar wîlayetên Pakistanê û herwisa Civata Niştimanî divîya
dinav 30 rojan da serokek nû hilbijêrît.
Rohn nîye ka du partîyên serekî yên nav hevalbendîya Pakistanê dê çi kesî jibo
wê postê serokatîyê biden nasandin.
Rêberên hevalbendîyê Asif Alî Zardarî û Newaz Şerîf piştî ragihandina birêz
Muşerref li Îslamabada paytext bihevre kom bûn lê belê çi ragihandinêt eşkere
nedan.
Di derbarê vê babetê û têkilîyên Amerîka digel Pakistanê de bi dirêjahî raporteke Dengê Amerîka li jora vê rûpelê amade ye. Heke hun bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa şîn (Guh bidine raportê) bitiqînin.