Amerîka daxwaz ji Çînê kirîye ku rêkê bidete rojnamevanan bi awayek azad karê xwe bikin

Amerîka daxwaz ji Çînê kirîye ku rêzê ji soza xwe bigrît û rêkê bidete rojnamevanan bi awayek azad karê xwe bikin hem berî yarîyêt Olîmpîkê û hem jî dinav muddehê yarîyan da ew jî piştî du rojnamevanên Japonê keftine ber lêdanê û hatine girtin.

Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Gonzales Gallegos got bûyera roja duşembîyê dijberî rojnamevanêt Japonê çêbûy dikevine dijberî sozêt Çîne ku azadîya ragihandinê berdest biket.

Galleos roja sêşembîyê daxwaz ji Çînê kir ku azadîya ragihandinê zêde biket û pute bi wan nîgeranîyêt navxweyî û navnetewî li dor mafêt mirovan biket.

Karbidestên Çînê berî hinge daxwaza lêborînê ji du rojnamevanên Japonê kirin yên ji alî hêzên parastinê ve li bakurê rojavaya welatî keftine ber lêdanê, demê wan bizav dikirin raporte li ser êrîşa bikuj ya li ser polisan amade bikin.