Operasyoneka leşkerî li Baqûbe dest pêkir

Hêzên Iraqî bi piştevaniya Amerîka operasyoneka leşkerî dijî giropa El-Qayde li bakurê rojhelatê Iraqê dest pêkir.

Karbidest dibêjin operasyona leşkerî roja sêşembî li Beqûbe, paytextê parêzgeha Diyale dest pêkir û hêzên Iraqê rêberiya wê operasyonê diken, bi piştevaniya hêzên Amerîkî.

Ji ber operasyonên hevcûr li parçên dî yên welatî, jimara hêrişên tîroristî zor hatîne xar.

Hevdem, hêzên parastinê li Bexda di amadebaşiyê de ne rojekê piştî sê jinên hêrişber xwe di nav komeka Şî'eyan peqand.

Di wan hêrişan de bi kêmî ve 30 kes hatin kuştin , ku jimareka wan zarok bun.