Danûstandinên navbera Iraq û Amerîka asê bûne

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêje danûstandina navbera Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Iraqê ya bo demek dirêj li ser rêkeftina tenahîya welatî "asê bûye."

Rêzdar Malikî îro heynî li dema seredana xwe ya rojekê bo Urdunê ji peyamhinêran re got ku danûstandinên navbera herdu welatan ase bûne jiber bi gotina wî daxwazên Amerika yên ku "ne cihê qebul kirine ne" û ku dê bibine egerên dest dirêj kirina ser serdêrîya Iraqê.

Karbidestên Iraqî yên ku bi rêzdar Malikî re seredanê dikin dibêjin axaftina bo çareser kirina asêbûna danûstandinan berdewam e.

Karbidestên Amerîka û Iraqê danûstandinê dikin li ser rêkeftinekê da rê bide hêza Amerîka li Iraqê bimîne paş 31ê meha 12, ku ev wext dema bi dawî hatina wezîfa vê hêzê ye ya ku ji alî Neteweyên Yekgirtî ve hatîye danan. Ew herwisa li ser rêkeftineke din jî danûstandinê dikin li ser têklatîyên herdu welatan yên aborî û sîyasî.

Di vê navê de oldarê Şî'a yê Iraqî Muqtada El Sadr got dê milîtanên wî yên Leşkerê Mehdî berdewam li berxwe bidin li ber hêza bi rêberayetîya Amerîka belê dê tenê li dij komeleya ku ew bixwe bibjêre be.