Hikumeta Îranê ragihand hêzên parastinê 11 kes girtin ku dest di buseyeka kujek da hene li ber baseka xwendekaran li başûrê rojavayê Îranê.
Wezareta Îtalaata Îranê duhî yekşembîyê ragihand 11 berguman yêt hatîne girtin li zîndangeha her ji 27ê meha Adarê ku girêdan bi layanên bîyanîve yêt heyîn.
Dezgehê Ragihandina Îranê dibêjin çekdara teqe li basekî xwendekaran kir li devera Xuzistan û melayekî Îranî kuştin û heft kesên dî birîndar kirin.
Suwarên wê basê gêncên Îranî bûn û seredana deverên şerê Îran û Iraqê yên salên 1980 da dikirin.
Devera Xuzistan hevsînor e ligel Iraqê û kêmanîya Ereb lê dijîn û li navbera salên 2005 û 2006ê meydana şerrên bi bomba bû û bû egera kuştina bi dehan kesa.
Karbidestên Îranî wê deverê xetabar dikin bi têkdana tenahîya Îranê bi piştevanîya Amerîka û Brîtanya bo serhildayan.