Qanundanerêt Turkîye pêdaçûnekê dikit bo guhorîna qanuna li ser azadîya axaftinê

Endamên parlamanê Turkîye li ser pêşnîyazeka hikumetê di axivin bo sist kirina vebir kirina azadîya axaftinê.

Evro rasperîyeka parlamanê pêdaçûnekê dikit ku hindek bendêt nû bikine qanun ku qanuna nûke heke kesek serdarîya Turkîye bêrêz bikit bi gunehkarî tête hesab kirin.

Ger hat û hikumet qanun guhart dê bi gunehî ête nîşan kirin eger kesek bê birêzî behsa serdarîya Turkîye kir û ew kese dê ête zîndan kirin du heta sê sala.

Ji alîyekî dî ve Turkîye eve çende danûstandina dikit ligel Yekîtîya Ewropa jibo endametîya wana digel Yekîtîya Ewropî ku Yekîtîya Ewropî ji Turkîye dixwazitin azadîya axaftinê hebit.