Japonê demê toleyên aborî dijî Koreya Bakûr dirêj kir bo şeş mehêt dî

Peyivdarê kabîna hikumeta Japonê dibêjit berdewamîya tolan dijî Pyong Yang jiber bernama wan ya navokî ye û herwesa hevwelatîyêt Japonîyêt hatine revandin.

Japonê tolêt aborî deynanae li ser Koreya bakûr li meha 10 ya sala 2006ê piştî Koreya Bakûr çekêt xwe yêt navokî ceribandîn.

Li sala buhurî Pyong Yang qebul kir ku bernama xwe ya navokî rawestînît bermaberî hindê harîkarîyêt hêz û tehnê û yêt aborî wergirit weku pişkekê ji rêkeftineka digel şeş welata.

Belê danûstandin rawestan piştî ku Koreya Bakûr guhê xwo nedaye bo demê hatîye dîyar kirin li 31 meha 12 ku hemî kiryarêt xwo yêt navokî dîyar biket.