Dadgeha Bilinda Zimbabwe got ew dê pêdaçûnê bi lez bike

Dadgeha Bilinda Zimbabwe dibêjetin ew dê bi awayekê bi lez pêdaçûnekê li ser daxwazîya ragihandina encamên hilbijartinên serokatîya ewa li 29ê meha Adarê hatîne kirin biket.

Dadwerî îro sêşembîyê ragihand ew daxwazîye ji layê Bizava Guhorînên Demokratîk hatîye kirin û divîya pêdaçûn li ser bête kirin.

Çaverê ye îro guhlêgirtinek bête kirin.

Raspêrîya Hilbijartina Zimbabwe heta niha encamên hilbijartina ewa berî deh rojan hatî kirin ranegihandîne.

Bizava Guhorînên Demokratîka rikeber dibêje Morgan Tsvangirai serkeftin îna li beramber serok Robert Mugabe belê çavdêrên bê layan dibêjin birêz Tsvangirai ne şîyaye hin dengan bi înit da nekefte gera duwê ya hilbijartina.

Ji alîyekî dî ve şarezayên sîyasî dibêjin partîya desthilatdar hewla paşêxistina encamên hilbijartinê didet da birêz Mugabe xwe berhev bike jibo pêngava sîyasîya dûvra.