Leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku di peqînekê da li bakora rojavaya Bexda roja eynî sê serbazên Amerîkî hatin kuştin.
Leşkirê Amerîkî herwesa ragehand ku du hevwelatiyên Iraqê di wê peqînê da hatin kuştin.
Her roja eynî, di hêrişekê da li başora Bexda serbazekê Amerîkî hat kuştin û çar serbaz birîndar bun. Leşkirî navê cihê wê hêrişê aşkere nekir.
Herwesa şer û lêkdan nêvbera hêzên parastina Iraqî û çekdarên Şî’e li başora Bexda çêbun.
Lê komandarên leşkirê Amerîkî dibêjin ku jimara hêrişa li Iraqê ewêt meha şeş ya sala bûrî 60 ji-sedê hatîne xar.