Li mizgefteke Şî'eyan li Pakistanê bombe teqîya û di encamê de neh kes hatin kuştin

Hêrîşeka xwekuj li mizgefta Şî'eyan li bakûra rojava Pakistanê bû egera kuştina neh kesan û birîndar kirina bêtir ji 20 kesên din.

Karbidest dibêjin teqîna bomba li Peşawer roja pêncşembîyê qewimî dema ku kesayetîyên Şî'e xwe amada dikirin bo rêûresmên Aşura.

Şahid dibêjin ku kurekî bi çek derbazî nav qerebalixê mizgeftê bû û teqe kir û piştî hingî xwe teqand.

Li roja pêncşemê li ser televîzyonê serok Muşerref soz da bo jinavbirina tunrêyên olî li Pakistanê. Wî wan hêrîşbirên xwekuj wekî xelkê tore da nas kirin ku herwiha bawer dikin xizmeta Îslamê dike.

Hikumeta Pakistanê dibêje wan fermana vekolîneke pillebilind daye sebaret wê hêrîşê. Polîs dibêjin reng e ew hêrîş hatibe kirin ji alî tundrêyên Sunnî ku peywendî bi Talîban û El Qaîde heye.