Bi sedan kes li Pakistanê hatin girtin

Bi sedan endamên opozisyonê ji layê polîsê Pakistanî ve hatin girtin û hukumetê ragehand ku buheye helbijardinên heyva yek bêne paşêxistin li dîv kanona destûdarê tengavî.

Serok wezîr Şewket Ezîz roja Yekşembî li konferanseka rojnamevanî got demê gera perlemanî li roja 15 vê mehê bi dumahî dihêt, buheye heta salekê helbijardinên nu nehêne kirn.

Birêz Ezîz got nizîkî 500 bizavkarên opozisyonê hatîne girtin ewêt ragehandina destûdarê tengavî û ragirtina destûrî roja Şembî.

Li dîv destûdarê tengavî, ku ji layê serok û berpirsê leşkirî Pervîz Meşerref hate ragehanding, dezgehên ragehandinê yên taybetî hatin girtin û Dadgeha Bilind hate helweşandin.

Dadwerê bilind yê welatî liser postê xwe hate ladan.