Li başûra Bexda heft polîs hatine kuştin

Polîsêt Iraqî dibêjin bi peqîna bombeka ser caddê li başûra Bexda heft polîs hatine kuştin; ew polîs digel karwanekê de bûn li rojhilata bajarê Dîwanîye, ew herêma li başûra Bexda ku gelek caran şerr û lêkdan dibin navbera komelêt Şî'a û Hêzêt Hevalbenda bi rêberîya Amerîka.

Karbidest dibêjin bi hêrîşeka xwekuj bi otomobîleka bombekirî li ser nuqteka vekolînê ya milîtanêt pêşmergêt Kurd li parêzgeha Diyala li bakûra Bexda yek kes hate kuştin û deh birîndar bûn.

Bi alîyekî dî ve leşkerê Amerîkî dibêjît Hêzêt Hevalbenda 15 berguman girtîne di lêgerîna da dijî terorîstêt El Qaîde li Iraqê li naverast û bakûra Iraqê evro.