Jimara kuştîyên hêrişên dijî Êzîdîyan li Iraqê zêde dibe

Jimara qurbanîyên zincîreka hêrişa dijî Êzîdîyên Iraqê zêde dibît.

Karbidest dibêjin bi kêmî 400 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn li çar hêrişên xwekujî roja Sêşembî li bakora Iraqê.

Karbidestêt Amerîkî û Kurd dibêjin ev hêrişe bizaveke bu handana tondûtîjîyê nêvbera Êzîdî û Musilmanan li bakorê.

Êzîdî civakekê ne-Musilmanin û axaftina wan bi zimanê Kurdî ye û li dîv olekê kevnar diçin.

Bu dawîtirîn deng û basa liser hêrişên Sêşembî, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike ku ji layê peyamhinêr Brian Padden li Hevlêrê hatîye amade kirn.