Hêza Hevalbenda li Medînet'l Sadr 30 terorîst kuştine

Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêjît Hêzêt Hevalbenda 30 terorîst li Medînet'l Sadr, li Bexda kuştîne.

Belavnameka leşkerî got ku 12 berguman hatîne girtin di lêgerînêt evro da li dû komelêt terorîst yêt ku çek û kerestêt peqandinê ji Îranê tînin.

Leşkerî got ev tora qaçaxçîyan destê heyî di hinartina milîtanan da ji Iraqê bo Îranê jibo fêr kirinê.

Karbidestêt Amerîkî Îran xetabar kirîye ku piştevanîya milîtanêt Şî'a diket li Iraqê, lê Tehran mandel û haşa diket.

Li Washington rojnama USA today dibêjît Wezareta Berevanîyê ji Kongresê xwestîye ku buhayê nêzîkî 750 milyon dolaran zirîpuşan bi rêka firoka bo hêzêt Amerîkî bihinêrine Iraqê ku rûbirû bombêt ser cadda dibin.