Abbas dibêje Îsraîlê soz daye ku çareyan peyda bike bo Felestînîyên li deverên dagirkirî

Serokê Felestînî Mahmud Abbas ev têbînîye duhî dan piştî digel serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert kom bûyî, li bajêrokê Erîhe li Kenara Rojava.

Abbas got ew wa bawer dike ku rêberê Îsraîlî yê rişt e, li ser vejandina kiryara aşitîyê.

Berî hingî rêzdar Olmert got ew li ser pirsên binaxe axift ku dê bibine berahî bo danustandina li ser damezirandina dewleteka Felestînî.

Karbidestêt Îsraîlî dibêjin kombûna Erîhe behsê pirsên domahîyê nekir weku dîyar kirina tixuban, rakirina hewîngehên Cihuyan li Kenara Rojava û paşeroja Urşelîm-Qudsê.