Rêber anku hevserokê berê yê DTPê û nû hilbijartîyê serbixwe rêzdar Ahmet Turk di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdîya Dengê Amerîka, hilbijartina sala 2007 li Tirkîye nirxand.
Rêzdar Turk dibêje "Di vê hilbijartinê de temamê partîyên Tirka yên sîstemê, yên resmî îdeolojîyê li hemberî me cih girtibûn. Naxwazin dengê gelê Kurd di parlamantoyê da bibihîzin."
Birêz Turk dibêje:"Hîn jî ew mejîyê ku meseleyan bi rêya demokrasîyê bi rêya sivîl çareser bike çênebûye. Em dixwazin ku ew jî bibînin bi şiddetê, bi Olaganustu Halê (yanî bi destûdavên tengavîyê), bi rêvebirina tundî ev mesele hel nebûn û nabin. Ew çiqasî rêya leşkerî bidomînin wê biratîya gelan ji holê rabe û em naxwazin biratîya gelan ji holê rabe. Belê em dixwazin ev biratî li ser esasek demokrasîyê, esasekî biratîyê û wekhevîyê çêbibe."
Ahmet Turk sîyaseta li Tirkîye nirxand û got: "Li Tirkîye sîyaset tenê bi îrada gel bi dengê gel û parlamentoyê nameşe; li ser parlamento û sîyaseta Turkî hinek quwetên din henin. Ew kesên statukoperez, ew kesên milîtarîst, heta nêrînên wan neyê guherandin û heta ku tesîra wan ya li ser wan kesên demokrat yên di parlamentoyê de ranebe em nikarin demokrasîyê fireh bikin."
Rêzdar Ahmet Turk dibêje "Em li AKP dinihêrin, ew jî dema gavekê bipêşve davêje du gavên din berepaşve davêje. Ew kesên ku ji demokrasîyê bawer nekin nikarin demokrasîyê ava bikin; em vê bawerîyê li cem AK Partîyê nabînin. AK Partî rojane sîyasetê dike, bêbawerî sîyasetê dike û ev jî Tirkîye nagihîjîne çax û esreke nû. Belê ku em li rikeberî anku muxalefetê dinihêrin; ew jî sîyaseteke nijadperestî, şovenîstî dimeşîne. Lazime dinya giş bibîne ku AK Partî jî ji alîyekî behsa demokrasîyê dike lê ji alîyê din ve ne di rêya demokrasîyê de dimeşe; mafê gelê Kurd û mafê demokrasîyê, huquqê û însanan naparêze."
Gelî guhdarên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, heke we xwest ku hun li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, lazime li jor hun nivîsa bi rêngê şîn bi tiqînin ku dibêje "Guh bide hevpeyvîna bi Ahmet Turk re."