Li Diyala bi jin û zarok 29 Iraqî hatin kuştin

Hevdenge li berdewam bûna operasyona leşkerîya hevpişka Hêzên Hevalbenda û Hêzên Iraqî li sînorê parêzgeha Diyala, ku pişkeke cura parêzgeha Diyala ji çekdarên terorîstên serbi grupê Dewleta dinav Îslamîya Iraqî paqij kirin û dest bi serpişka zora çekên teqemenî, cihê îşkencedan û gullebaranî kirina hevwelatîyan de girtin.

Evro grupeke çekdar bi cilûbergên leşkerê Iraqî ve bi ser gundê Duwayle ve girt û piştî ku tevaya hevwelatîya kom kirin û bi jin û zarok gullebaran kirin, di encam da 29 hevwelatî hatine kuştin û çar hevwelatîyên din jî birîndar bûn.

Cîyê gotinê ye ku ew gund dikevîte bakûrê bajarê Baquba û ser bi nahîya El Wezîrî ye û berî mehekî jî her bi vî awayî jimareka çekdaran ser bi gundekî ser bi bajarkê Mendelî ve girtibû û bi dehan hevwelatî gullebaran kirin ku Kurdên Şî'a mezheb bûn.

Ji alîyekî din ve rojek piştî hêrîşa ser bi bajarê Kerkuk ve ku di encam da bi dehan kes bûne qurbanî û bi sedan kes jî birîndar bûne, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di seredaneka meydanî de bo bajarê Kerkuk ragihandî ku dê 6000 pêşmerge rewaneyî dewrûberên bajarê Kerkukê ken da ku kemereka emnî dirust biken. Herwisa ragihandî ku li ser vê meselê razî bûna Bexda hatîye wergirtin.