Apple iPhone kefte bazarên Amerîkî

Kiryar li seranserê Amerîka bu çend demjimêran, hindek bu çend rojan, li rîzê rawestîyan bu kirîna iPhone ya kompanya Apple ya Amerîkî.

iPhone ku demjimêr şeş yê hêvarî roja eynî kefte bazarên Amerîkî, telefon, Musik player û vîdyo playere û wêne têda dene helgirtin û Internêt pê dête bikar înan.

Nirxê iPhone $500e bu 4 gigabayt û $600e bu 8 gigabayt.

Herwesa kiryarên iPhone divîye kontrakteka du salî digel kompanya AT&T ya telefona mor biken û her heyvê $60 biden bu xetê telefonê.

iPhone berî dumahî ya vê salê dikevîte bazarên Ewropî û li sala 2008 dikevîte bazarên Asya.