Hamas li Xezze bingeha serekî ya Feth bi destve xist

Milîtanên Hamas piştî şerrekî dijwar bi komeleya neyar ya Feth re, bingeha serekî ya Feth ya tenahîyê li Devera Xezze bi destve xist.

Milîtanên Hamas pêncşema îro alên xwe li Devera Xezze li ser Bingehên Tenahîyê bilind kirin. Ew bingeh, kela dawîn ya Feth bû li ser wî erdî.

Îro di şerr de bi kêmî 25 kes hatin kuştin û bi vî awayî jimara kuştîyên di nav şeş rojên dawî de gihîştîye 100 kesan.

Hamas xwe li Devera Xezze dişidîne lê belê Kenara Rojava ya ku Serokê Felestînê Mahmud Abbas li wê derê ye, di bin hukmê Feth de ye.

Rêzdar Abbas dibêje ew bala xwe dide hin şîretên ku dibêjin Feth ji nav hikumeta yekgirtî ya bi Hamas re vekişîne an jî destûdarên tengavîyê ragihîne.

Li Kenara Rojava hêzên tenahîyê yên ku hevalbendên Feth in dor li piştgirên Hamas girtine û agir bi ofîsên qanundanerên Hamas xistine li Nablus.