Leşkerê Amerîka li Iraqê bi dû xirabkaran ketîye

Komandarê Amerîkî yê Hêza Pîyade li Iraqê dibêje leşker bizavên xwe zêde kirîne û bi dû xirabkaran ketîye da ku ew bigrin û êrîşên wan rawestînin.

General Ray Odierno pêncşema îro ji ser satelaytekê li Iraqê bo peyamhinêran peyivî û got lazime komandarên ji hemu pilleyan karê xwe bipêşve bixin da ku xwe bigihîjînin milîtanan. Generalî herwisa got hin milîtan xwe gihîştandine Hêzên Amerîkî.

Li Washingtona paytext, serok Bush îro bi serokê Iraqê Celal Talabanî re li Seraya Sipî kom bû.

Li rojava Iraqê jî, li Felluce karbidestên Iraqî dibêjin êrîşbirekî xwekuj bi kêmîve 20 kes kuştin li navendeke polîsan ya ku xelk navê xwe bo wezîfa polîsîyê didin nivîsandin.

Karbidest dibêjin êrîşbir li ber wê navendê rast meşîyaye nav komeke xelkê ku ji bo nav nivîsandinê ketibûne dorê û bombeyên bi xweve girêdayî teqandine.