Mehmet Metîner bersiva huşdarîya leşker da li Tirkîye

Leşkerî nîvşeva eynî bi daxûyanekê got ew nobedarê sîstema nedînîya dewleta Tirk e û amade ye ji bo parastina komarê.

Ew wek gefa guhartina hikûmetê hate nirxandin. Hikûmetê bi belavukekê roja Şembî bersiv da wê gazîya leşkerî û bi bîra Serokê Leşkerî Ceneral Yaşar Bûyûkanitî îna ku li dû destûrnamê ew jêrfermana Serokwezîrî ye û çênabît ku hûşdarîyê bidete hikûmetê.

Mehmet Metîner, berê şîretvanê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bû. Ew dibêjît di demokrasîyê da cihê tiştên wesa nîne:

"Eve yêkcar li dijî demokrasîyê ye. Li demokrasîyan leşker, karmendên wê bi hemî ve jêrfermana rayedarên sîyasî ne. Li dû destûrnameya me leşker girêdayî serokwezîrî ye û ew tawanek e li dijî destûrnameyê ku ew bi belavukekê hikûmetê, serokwezîrî gunehbar biket."

Ji partîya Dad û Pêşvebirinê parlamenterekî ji serokwezîrî xwest ku Serokê Leşkerî Yaşar Buyukanitî ji kar bêxît, lê partîyê li dijî wî dest bi lêkolînê kir.

Metîner dibêjît Serokwezîr Erdoganî nexwestîye agirî bişarînît û dibêjît :

"Birêz Serokwezîr çi caran digel girjî û pevçûnê nebûye. Bawerîya xwe bi sîstema demokratîk bi awayekî rişt û xwudanqirar îna ziman. Bersiva xwe jî da. Ev deme ne demê domandina dubendîyan e li nav Tirkîyê."

Li ser pirsîyareke dî, Mehmet Metîner got Serokwezîr bixwazît jî, li du destûrnamê ew nikarît bêyî mohra Serok Ahmet Necdet Sezerî serokê leşkerî biguhorît.

Leşkerî ew hûşdarî bi daxûyaneke bi rêya Înternetê hat paş yêkemîn gerra hilbijartina Serokkomarîya Tirkîyê ku berbijarê ji partîya desthilatdar, partîya Dad û Pêşvebirinê, Wezîrê Derve Abdullah Gulî neşîyabû 367ên pêwîst ji dengên 550 endamên parlamentoya Tirkîyê wergirît.

Partîyên dijber neçûne civînê, ne jî deng dan û dibêjin 367 hem ji bo hilbijartinê, hem jî jibo destpêka civînê merc e, anku divîya Serokê Parlamentoyê ji partîya Erdoganî, Bulent Arinçî, her yêkcar ew dengdan nedaba kirin. Lewma partîya dijbera serekî, Partîya Komarî ya Gel, gazindeya xwe birîye dadgeha bilind. Çaverê tête kirin ku dadgeh heta spêdeya Çarşembî biryara xwe bidet.

Mehmet Metîner, ku her wesa nivîskarê rojnameya Bugun e, dibêjît paş wê daxûyana leşkerî sîber keftîye ser biryara Dadgeha Bilind jî û eger ew dadgeh biryarê bidet ku divêt 367 endamên parlamentoyê li civînê amade bibin ji bo kirina dengdana serokkomarîyê, ew dê bawer biket ku dadgehê ji ber leşkerî ew biryar daye.

Serokwezîr Erdogan, ku li parlamentoyê 353 endam hene, ji bilî leşkerî her wesa jêrsengîya xwenîşandanan e. Roja Yêkşembî li Stenbûlê bi 100 hezaran kesan, hindek dibêjin nêzîkî mîlyoneke mirovan, li dijî wê partîya bi rehûrîşalên xwe Îslamî xwenîşandan kir.

Li nik dilê Mehmet Metîner, ku hem Erdoganî, hem jî cihgirê wî Abdullah Gulû ji nêzîk ve dinasît, armanca wan xwenîşandanan pêşçav e:

"Bi dîtina min bi tenê armanceke wan xwenîşandanên Komarî heye dixwazin wekî li Partîya Demokrat kirî, li ser Partîya Dad û Pêşvebirinê jî dubendîyekê biafirînin, hindek alî dixwazin ew partî jî bersivê bidetê, lê Birêz Serokwezîrî her behsê lihevhatina linav destgehan kirîye."

Ji wê bizava leşkerê Tirk li dijî Partîya Demokrat ya Ednan Menderesî were, leşkerê Tirk 4 caran hikûmet wergêraye, li 1971, û 1980yê û ya dawîn li sala 1997ê li dijî Necmettîn Erbakan bû ku Erdogan û Gul her du endamên partîya wî ya bi navê ‘‘Refah’’ Îslamî bûn.

Zêrevan dibêjin leşkerê Tirk hingê bi sanahî dijber bêdeng kirin û’ji xwe dinyayê jî gelek dengê xwe nekir. Lê ji huşdarîya nîvşeva eynî were, bersiva Ewropayê ji bo piştevanên hikûmetê, mîna Mehmet Metînerî, cihê keyfxweşîyê ye:

"Gelek erênî ye, bersiva Yêkitîya Ewropayê ji bo xatra demokrasîyê xwudanprensîb bû. Ya Amerîka pîçeke dî keysperest bû, yanî bêguman berevanî nekir li mudaxaleya li demokrasîyê lê dikarî bersiveke zelaltir bidet. Lê bersiva Yêkitîya Ewropayê ez ji bona demokrasîyê gelek erênî dinirxînim."

Gelek zêrevan bawer diken ku paş wê huşdarîya leşkerî bi têne rêyek maye li pêşîya Recep Tayyîp Erdoganî ku biryara hilbijartinên berî wext bidet ango vê havînê bi hilbijartinan parlamento ji nû ve bête hilbijartin û dûra bêt û serokkomarî hilbijêrît.

Mehmet Metîner, mamostayê Zanîngeha Bahçeşehîr li Stenbûlê dibêjît ji bo kirina hilbijartinan pêwîst nîne ku serê tifengê nîşan biden. Ew helwêsteke rastûdirûst nîne. Ew dê dirbekê li çanda demokrasîyê bidet, eger li şûna çareserkirina pirsgirêkê, serê tifengê nîşan biden û daxwaza hilbijartinan biken ew zîyanê didete ezmûna demokrasîyê.

Hindek şareza dibêjin ew dubendîya linav alîyên Îslamî û nedînî linav Tirkîyê dê bi vê kêşê kûrtir lê bêt û belkû partîya Dad û Edaletê dengên xwe hêj zêdetir lê biket ji ber ku piştevanên wê dê bêjin leşkerî ew ji ber bîrûbawerîyan belingaz kirîye.

Zêrevan dibêjin leşkerî bawer dikir ku Erdoganî hûşdarîya wî bihîstîye û nabîte berbijar, dê ji partîya xwe yêkî nermrê bikete berbijar. Erdgan xwe nebû berbijar, lê Gul kire berbijar ku jêra got Îbirayê min’’. Gul ji bilî awayê axiftinê sîyasetvanekî ser rêya Erdoganî ye, gelek nêzîkî hev in û alîyên hevbeş hene; wek mînak mîna jina Erdoganî, jina Abdullah Gul, Hayrunnisa Gul, jî serê xwe girê didet û berî ku mêrê wê bûy wezîrê derve dewleta Tirk kêşabû dadgeha mafên mirovan ya Ewropî ji ber ku nehêlabû ew bi awayekî sergirêdayî biçîte zanîngehê.

Mehmet Metîner dibêjît gazindeyên ku leşker bi aşkerayî nabêjît, lê xwenîşanderên li Enqere û Stenbûlê înandîn ziman neheq in:

"Ew îddîaya wan kesan neteweperest e yên ku li Enqere û Stenbûlê meydanan tejî diken. Dibêjin rêya Çankaya, Koşka Serokatîyê, ji şerîetî ra girtîye. Eve ji helwêsteke pûç e. Ma Abdullah Gul dê li Çankaya hukmên şerîetî bicih bînît? Ma Partîya Dad û Pêşvebirinê ya heta niha ser desthilatê hukmên şerîetî bicih kirin? Ma ew gotin digel nedînîyê, demokrasîyê rêkdikevin yên dibêjin ku mirovek ji ber bîrûbawerîyên xwe yên plî nikarît bibîte serok? Divêt li ba dewleta nedînî hevwelatîyê dîndar û yê bêdîn wekî hev bin. Eger li vî welatî Ahmet Necdet Sezer dikarît bibîte serok, divêt Tayyîp Erdogan jî bikarît bibîte serok."

Gotinên Mehmet Metîner şeva Yêkşembî ji Wanê.

Roja Yêkşembî gumaneke serekî ya zêrevanan bandora wê kêşeya sîyasî li ser aborîya Tirkîyê bû, ka gava ku paş wê hûşdarîya leşkerî, borsaya Stenbûlê spêdeya Duşembî vebû dê çi lê bêt. Ji ber kêşeyeke sîyasî linav hikûmeta Bulent Ecevît û serokkomar Ahmet Necdet Sezerî berî çend salan borsa û aborîya Tirkîyê bi giştî têkçûbû.