Wêzîrê saxlemî yê Iraqê: Rewşa El-Zubayî başe

Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî dibêjit lêvkolînek dest pêkirye liser bizava kuştina cêgirê serok wezîrî, Selam El-Zubayî, li roja eynî.

Di wê hêrişê da neh kes hatin kuştin û Zubayî bi giranî birîndar bu piştî yek ji nubetdarêt wî li avahîya cêgirê serok wezîrî li Bexda xwe peqand. Yek ji birayêt cêgirê serok wezîrî û şîretvanê wî di wê peqînê da hatin kuştin.

Serok wezîr Malikî li ser televizyona hikumeta Iraqê roja şembî got lêvekol kar diken da bizanin ka çewa wî hêrişberî bomb digel xwe bire nav avahîya Zubayî bêy ku bête girtin.

Wezîrê saxlemîyê Iraqê Elî El-Şimerî got rewşa saxlemîya Zubayî başe piştî birînkarî bu hate kirn. Herwesa li çend hêrişekêt xwekujî roja şembî li Iraqê bi kêmî ve 30 kes li Iraqê hatin kuştin