Pakistan dibêje wan rêberekî Talîban girtîye

Karbidestên Pakistanê dibêjin hêzên parastinê endmekî mezinî Taliban girtîye li paytextê herêma Balucistanê, li başûra rojava.

Karbidestên Dezgeha Agahîyan dibêjin Wezîrê Berevanîyê yê berê yê rejîma Taliban Melle Ubeydullah Axund demek zu vê heftîyê hat girtin. Ew rêberekî nêzîkî serokê hikumeta Talîban Melle Umer bû.

Melle Ubeydullah Axund dibite yekem rêberê mezinê milîtanên Îslamî bête girtin; ewey ladana rejîma Talîban li Afganistana hevsînora Pakistanê li sala 2001ê.

Ew hat girtin piştî seredaneka ji nişkêva ya Dick Chaney, cîgirê serokê Amerîkî, bo Pakistanê. Birêz Chaney rijdî li serokê Pakistanê Pervez Muşerref kiribû heta karekî zêdetir biketin bo rawestandina derbazbûna milîtanan bo nav Afganistanê.

Şarezayekî pirsên tenahîyê Celal Mesud gote Dengê Amerîka ku birêz Muşerref piştrast kir ku welatê wî karê pêdivî diket bo parastina sînoran.