Li Afganistanê 2 kesên sivîl hatine kuştin û 48 jî birîndar bûne

Li Afganistanê karbidest dibêjin bi peqîna bombekê ku armanc otomobîleka polîsan bû, li parêzgeha Ferah li rojava Afganistanê, du kesêt medenî hatîne kuştin û 48 kesêt dî birîndar bûne.

Wezareta navxwe dibêjît ew bombe evro li naverasta bajêrê Ferah peqî demê karger li wêrê xirvebibûn.

Bi kêmîve çar zarok û du karbidestêt parastinê ji wan birîndar bûne. Hêjta nehatîye zanîn ka kê ew hêrîş kirîye belê bizavêt milîtanêt Talîban li wê parêzgehê zêde bûne ku rêka serekî ya qaçaxîya beng û muxadderata ye.

Li heftîya buhorî milîtanêt Talîban bo demek kurt bajêrokeke dî li parêzgeha Bakuwa kontrol kiribû.

Milîtanêt Talîban pitir hêrîşêt xwe li dijî hêzêt Afganî û yên NATO li başûra Afganistanê diken.