Giropa Sedr serbazêt Amerîkî gunehbar diket

Giropa oldarê tondrê yê Şî’e Muqteda El-Sedr hêzêt Amerîkî guneh bar kir biramberî kuştina endamekê bilindê wê giropê û daxaza encamdana lêvekolînê kir ji layê hikumeta Iraqî.

Peyvdarekê giropa Sedr got hêzêt Amerîkî û Iraqî roja çarşembî hêriş kire ser mala Sahib El-Amirî nizîkî bajêrê Necef û Amirî kuşt.

Leşkirê Amerîkî ew hêriş piştrast kir û got serbazêt hevalbendîyê kesek kuşt bi gumana danana bombêt kinar şeqamê.

Li rojhelata Bexda bi kêmî heşt kes hatin kuştin li peqîna otombîlekê nizîkî xaleka vekolîna leşkirê Iraqî.