Serok Bush got rewşa Îraqê xirab e û helwêsteke nû pêwîst e.

Serok Bush dê îro bi rêberên Komarî û Demokrat yên Kongresê ra kombibît li demê ku ew hizrên xwe bli ser stratejîyeke nû li Îraqê diket.

Serok Bush roja Pêncşembî li Koşka Spî got rewşa Îraqê xirab e û helwêsteke nû pêwîst e.

Bush paş kombûna bi Serokwezîr Tony Blairî ra got ew dê biryarên xwe li dû pêşnîyarên ji jimareke lêkolînên cida ji Wezareta Berevanîyê, Wezareta Derve û Civata Parastina Niştimanî û ji Koma Nirxandina Rêbaza Îraqê bidet. Wê koma ji endamên ji her dû partîyan raporta xwe roja Çarşembî ragehandibû.

Serokî got ew dê bi micidî hizrên xwe li ser raporta wê komê biket, lê red kir ku pêşnîyarên wê hemîyan qebûl biket.

Derbarê pêşnîyara danûstandinên rasterast digel Îran û Sûrîyê da, Serok Bush got divêt Şam û Tehran li pêşîyê dest ji alîkarîya terorîstan berden û soza piştevanîyê biden ji bo hikûmet û aborîya Îraqê.

Serokî berî hingê danûstandinên digel Îran û Sûrîyê red kiribûn.