Amerîka li Baqubayê heyşt kes kuştin

Li bajêroka Baquba di kiryareke bi rêberîya Amerîka de ku bi du bergumanên milîtanên El Qaîdê ketibûn heyşt kes hatine kuştin.

Leşkerê Amerîka dibêje çar bergumanên terorîst û çar jinên sîvîl di kiryara roja çarşemê de hatine kuştin. Du bergumanên din yên xirabkar û jinek jî birîndar bûne.

Leşker di daxuyanîyekê de dibêje hêza hevalbendîye dema li dû xirabkaran bûye ji bo zîyan nede sîvîlan çi ji destê wan hatîye kirine. Dibêje di kiryarê de terorîst misêwa jin û zarokên bêguneh xistine navbera xwe û wê hêzê.

Roja çarşemê herwisa di tundûtûjîyeke din de li Iraqê bi kêmîve çar kes hatine kuştin ku yek ji wan li Bexdayê karbidestekî Beşa Sûcên Giran bû û yê din jî serbazekî Iraqê bû ku li bakûr li nuqteke kontrolkirinê hatîye kuştin li nêzî bajêrê Kerkûkê.

Di vê navê de hêzên Brîtanî û Iraqî li bajêrê Basra li başûr, dest bi kiryareke tenahîyê kirîye. Karbidestên leşkerê Brîtanya dibêjin wan dest bi " Kiryara Sinbad" kiriye bi armanca pak kirina Beşa Polîsan ji nerêkîyan û danana rewşeke bi aramî li duemîn bajarê mezin li Iraqê.