Raporteke nepenî şerê Iraqê dinirxîne

Hinek pişkên nû yên raporteke nepenî dibêjin ku şerê Iraqê bûye egera çêbûna kîne û tûrebûneke kûr û dijber Amerîka sebaret destêwerdana wê di cîhana îslamê de û bûye egera zêdebûna bizava cîhadî ya cîhanê.

Çend pişkên raporta zanyarîyê ku roja sêşembîyê belav bûye dibêjît alozîya Iraqê berebabek nû yê şerker û rêbeberên terorîstan pêk tînit. Ew dibêjît ku ew serkeftina xirabkaran li Iraqê ku tête dîtin dê bîte egera dinedanan pitir ya terorîstan ku li her cîhên din jî şerî bikin. Lê ew zêde diket cîhadî divîya bêne linav birin, wê demê tenê çend şerkerên kêm dê bêne handan li ser vê rêbazê biçin.

Raport herwisa dibêjît serray derbên giran ku bi rêberîya El Qaîdeyê keftine gefa ji alî tundrêyên îslamî ve di warên hijmar û coxrafyayê de ber belav bûye.

Raport dibêjît El Qaîde dê berdewam bît li ser arastekirina gefeyên herî mezin dijberî Amerîka.