Rêberê Taylandî piştî wergeranê çû Brîtanya

Taksîn Şînawatra serokwezîrê Taylandê yê ku desthilata wî ji alî leşkerê welêt ve hatibû wergerandin çû Brîtanyayê.

Rêzdar Taksîn roja sêşemê ji alî leşker ve hatibû ladan dema ku li New Yorkê tevlî Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî dibû. Wezareta Derve ya Brîtanya dibêje rêberê Taylandî bi seredaneke ne resmî diçe Londonê û tu danûstendin digel karbidestan de nake.

Berî ku çarşema îro ji New Yorkê biçe rêzdar Taksîn got wî qet bawer nedikir ku wê leşker desthilatê wergirin. Belê wî got ew dê hewl nede ku desthilatê dîsa bi destvexe.

Serokê leşkerê Taylandê General Sondî Bunyeratglin yê ku desthilatê wergerand li Bangokê got ladana Taksîn ji bo çareserkirina mesela lêkdan û şerê di nav welêt de pêwîst bû. Sondî got Padîşah Bumîpûl Adulyadeh destûrê daye wî ku jibo demekê hikum bike heta ku hilbijartin bên kirin.

We dîyare ku wê hilbijartina nû di meha 10 ya sala 2007an de bû kirin.