Abizaid dibêjît jimara serbazên Amerîka li Iraqê naguhere

Qumandarê bilind yê Amerîka li Rojhilata Navîn dibêjît jimara serbazên Amerîka li Îraqê bi îhtîmaleke mezin dê heta nîvîya sala têt wekî niha bît.

Ceneral John Abizaid li Amerîka gote peyamhinêran maqul e ku jimara niha ya pêtir ji 140 hezar serbazan her wekî xwe bihêlin.

Ji alîyê dî ve li taxekî başûra Bexdayê top li xanîyan keftin, û bi kêmî ve 10 mirov kuştin, nêzîkî 20 kesên dî jî birîndar bûn.

Endamekî pêş yê Şî’e îro li parlamentoya Îraqê daxwaz kir ku wezaretên karûbarên navxwe û yê berevanîyê nexşeyekê darêjin ji bo bidawî înana lêdan û kuştinê.

Li van çend heftîyan şer û lêkdan li Îraqê zêde bûyne û li Bexdaya paytext termên bi 100an kesên bi îşkencê hatîn kuştin hatîne dîtin.

Leşkerê Amerîka ragehand ku sê serbazên Amerîkî li Îraqê mirîne, yêk bi bombeyeke lêva rê, yêk bi tifengê, lê yê sêyê bi birînên ne ji şerrî.