Necîb Mahfuz gelek nexweş e

Necîb Mahfuz, bi tenê nivîskarê Ereb yê xwudanê xelatê Nobelê, rakire alîyê nexweşên giran yê nexweşxaneyeke Misrê.

Peyivdarekî nexweşxanê got gulcisîka Mahfuz naxwebitît û wî nivîskarê 94-salî nexweşîyên dî jî hene.

Mahfuzî ji ber sê kitêbên li salên 1950an derbarê jimareke nifşên malbateke Qahîrê da li sala 1988ê xelatê Nobelê wergirt.

Mahfuz berevankarekî nermrêyîyê û dijberekî tundrêyên Îslamî ye.