Israel hêrişêt nu dikete ser başora Beyrutê

Firokêt Israelî hêrişêt nu dijî Hizbullah li Lubnan encam didet û hêrişê dikene ser armancêt wê giropê li başora Beyrutê.

Li başora welatî, karbidestêt parastina Lubnanî dibêjin bi kêmî 10 kesêt sivîl hatine kuştin demê muşekeka Israelî bi otombîla wan keft.

Her roja şembî, çar kesêt dî yêt sivîl li hêrişêt asmanî yêt Israelî hatine kuştin.

Ji layekê dîve, karbidestêt Israelî ragehand ku wan termêt du serbaza vedîtine ku piştî hêrişeka Hizbullah bu ser gemîyeka leşkirî li kinara Lubnanê berze bun. Karbidestekê agehîyê Israelî got muşekeka Iranî di wê hêrişê da hatinbu bikarînan.

Hizbullah roja şembî hêrişet bi muşekan kire ser bajerokê Tiberyas li bakora Israelê.

Roja eynî rêberê Hizbullah Hesen Nesrellah sozda ku şerekê vekirî dijî Israelê ragehand, piştî hêrişeka asmanî bu ser mala wî û nivîsingeha wî li Beyrut hate kirn.

Hêrişa Israelê bu ser Lubnanê dest pê kir piştî Hizbullah du serbazêt Israelî revandin.