Jin û kîja Seddam Hûsên û Ezzet Dûrî li lista tawanbarêt xastî ne

Hikumeta Iraqê jina yeke ya Seddam Hûsên û kîja mezina wî li lîsta 41 tawanbarêt xastî dana.

Kîja Seddamî, Rexed, roleka serekî heye li rêkxistina tîma parêzerêt kanomî bu babê wê ku nuke bi tometa tawanêt dijî mirovayetî dête dadgehî kirn. We bawer dête kirn Jina wî, Sacide Xeyrullah Tulfah, li Qeter e.

Herwesa navê Ebu Eyûb El-Mesrî, rêberê nu yê El-Qayde li Iraqê û Ezzet Dûrî li nav wê listê deye.

Şîretvanê parastina niştîmanî yê Iraqê, Mufeq El-Rubey, roja yekşembî got ev liste hate ragehandin da gelêt Iraqê bizanin ka dujminêt wan kîne.