Serokê Çînê seredana Erebistana Saudî diket

Serokê Çînê Hu Jintao seredana sê rojîya xwe bu Erebistana Saudî dest pê kir, we çaverê dête kirn basê hefkarîyêt aburî û hêz û tihnê nêvbera herdu welatan bête kirn.

Serok Hu evro şembî gehişte Erebistanê, piştî seredana wî bu Amerîka. Serok Hu li seredana xwe digel şah Ebudllah, mîr Sultan û kardarêt Saudî kom bît.

Çîn bizave diken têkelîyêt xwe digel welatêt serekî yêt berhemînana petrolê xweş ket, demê ku pitr pişta xwe bi înana petrolê girê didet.

Çîn nizîkî 18% pertola xwe li Erebistana Saudî di kirît.