Dadyarekî Îspanyayê 29 mirov gûnehbar kirin

Dadyarekî Îspanyayê 29 mirov gûnehbar kirin bi mayê wan dest di peqandina trenan li Madrîda paytext da hebû.

Li wê êrişa berî 2 salan 191 mirov hatibûne kuştin.

Dadyar Juan del Olmo jimareke bergûmanan bi 191 maddeyên kuştinê û bi 1755 hewlên kuştinê, anho hindî jimara birîndarên wê bûyerê gunehbar kirin û bergûmanên dî bi hevkarîya ji bo wan tawanan.

Îslamîyên tundê xwe berpirsîyar danabû ji bo wan êrişên bi bombê li 11yê Adarê xiraptirîn kiryara li ser trenan li Îspanyayê.